Artêşa Tirkîyê roja Yekşemê êrîş bir ser çend bingehên ku artêşa Sûrîyê û hêzên Kurd li bakurê Sûrîyê bikar tînin, rêxistineke çavdêrîyê ragihand.
Di encama êrîşên ku li nêzîk bajarê Kobanîyê pêk hatin de, sê kes hatin kuştin, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand.
Li gor Çavdêrîya ku bingeha wê Brîtanya ye, her sê kesên kuştî leşkerên rejîma Sûrî bûn.
Di dema dawî de Enqerê êrîşên xwe li ser herêmên Kurdan li Sûrîyê zêde kiriye, bi taybet piştî civîna 19ê Tîrmehê di navbera Tirkiye, Îran û Rûsya de ku tê de dîyar bû Tehran û Moskow şewqa kesk neda Tirkîyê ku operasyoneke berfireh ya nû li bakurê Sûrîyê pêk bîne.
Jêder: AFP