Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje Tirkiyê Agirbestê Têkdibe


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke da zanîn ku êrîşên Tirkîyê piştî peymana agirbestê jî dewam dikin.

HSD’ê da zanîn ku komên bi piştgirîya Tirkîyê li herêma Serêkanîyê topbaranê didomînin.

Li gor daxuyanîya HSD’ê, piştî agirbestê, ku roja Pêncşemê saet 10ê êvarê destpê kir, 13 sivîl û 5 çekdarên wan hatine kuştin.

HSD’ê bang li alîyên di agirbestê de cîh girtinê kir ku li gor peymanê tevbigerin.

Di daxuyanî de hat gotin ku HSD dê dijî êrîşan berevanîya rêwa bike.

Berpisê Ragihandina HSD Mistefa Balî ji Dengê Amarîka re tekez kir ku agirbest ji alîyê Tirkiyê ve pêknehatîya û doz li rayedarên Amarîka kir ku fişarê li Tirkiyê bike da ku agirbest pêkbîne.

Dengê Amarîka xwest ji rêxistinên mafê mirovan piştrasbike ka kî agirbestê têkdibe.

Rêxistina sûrî ya çavdêrîya mafê mirovan SOHR tekez kir ku Tirkiyê êrîşên xwe nerawestandîye, rêvebrê SOHR Ramî ebidrehman ji Dengê Amarîka re tekez kir ku tevî li êrîş nehatîye rawestandin, li devera serêkanîyê, lê deverên Girê Spî û navçeya wê ber bi herêma Serêkanîyê ku berferhaîya wê nêzîkî 20500 km² jêr kontirola artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi wê ve girêdayî de ye, tekez kir ku agahîyên ji wan deveran tên ku sivîlên wê deverê li rastî işkence û kuştinê tên, her wisa gund têne şewitandin.

"Raste,ev du rojin pey hev agirbest pêknehatîye ji alîyê artêşa Tirkî û girûpên bi wê ve girêdayî, îrojî li devera rojhilat-başûrê Serêkanîyê girûpên çekdarên Tirkî derbasdibin, ji Tirkî derbasbûn û li wê navçeyê bicihbûne, ew girop yên Ihrar el-şerqîya tên naskirin."

Êrîşa artêşa Tirkiyê berdewam dike, di dema ku Amarîka ragihihand ku ew li gel Tirkiyê gihştine hevpeymana agirbestê, li gorî HSD û rêxistina SOHR ku Tirkiyê êrîşên xwe berdewam dike.

Li alîyekî din heya dema amedekirina vê raporê kerwanek ji Heyv Sor a Kurdî û rêxistinên tendurstîyê nikarin derbasî serêkanîyê bibin, û li devera navbera serêkanîyê û tiltemir li nêzîkî gudê elSefih ketine dorpêçkirinê de ji alîyê komên çekdar yên bi Tirkiyê ve girêdayî ne.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00


XS
SM
MD
LG