Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahadir Altan: Tirkîyê Hemû Kesên Dikuje Wekî Terorîst Bi Nav Dike


Bahadir Altan:
Bahadir Altan:

Operesyona artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên giredayî wê yên dijî bakurê Surîyê ket roja çaran. Bombebarana Tirkîyê hem bi êrîşên ezmanî û hem jî bi êrîşên topan dijî bakurê Sûrîyê berdewam dike.

Her çiqas Tirkîyê dibêje ew şerê dijî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) dike, piştî şerê çar rojan kuştina gelek sivîlan jî ket ajansên cîhanê.

Bahadir Altan ku pîlotê teqawîd yê artêşa Tirkîyeyê jibo Dengê Amerîka axifî. Altan dibêje berîya niha ji di nava axa Tirkîyê de firokên cengê û bi firokên bê firokvan sivîl hatin kuştin û ew kes wekî terorîst hatin îlan kirin.

wî got:

“Tirkîye hemû kesên dikuje wekî terorîst bi nav dike. Sivîl û leşker ferq nake. Teqemenîyên ji firokên cengê têne avêtin ne pêkan e ku sivîl û leşkeran ji hev cuda bike.”

Dîsa Altan jibo firokên bê firokvan jî dibêje ev firokan li jêr mirov bi kar tîne û mirov wan deran topbaran dike.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00


XS
SM
MD
LG