Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye, Sûrîye û Erebistana Siûdî li New Yorkê Kom Bûn

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, yê Erebistana Saûdî Prens Faysal bin Ferhan û yê Sûrîye, Esad Hesen Şeybanî, NewYork, 22 Îlon, 2026.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, yê Erebistana Saûdî Prens Faysal bin Ferhan û yê Sûrîye, Esad Hesen Şeybanî, NewYork, 22 Îlon, 2026.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Sêşemê li New Yorkê, bi wezîrên derve yên Sûrîye û Erebistana Siûdî re civînek sêalî li dar xist.

Fîdan li Mala Tirkîyê ya li New Yorkê mazûvanîya hevtayê xwe yê Sûrî Ese'id Hesen Şeybanî û yê Siûdî Prens Faysal bin Ferhan kir.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûrîyê SANA ragihand ku hersê wezîran li ser peywendîyên di navbera welatên xwe de, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên cuda de û pêşketinên herî dawî yên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Alîyên Tirkîye û Erebistana Siûdî civîn piştrast kir, lê derbarê naveroka hevdîtinê de heya niha ti hûrgilî dîyar nekirine.

Civîn di çarçoveya Civata Giştî ya 81'an ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) de pêk hat, ku serokên dewletan û karbidestên payebilind li New Yorkê kom bûne da ku mijarên cihanî nîqaş bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG