Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Di 15 Rojên Dawî de Pirtir ji 25 Hezar Sûrî Vegerîne Welatê Xwe


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê ragihand ku di 15 rojên dawî de pirtir ji 25 hezar Sûrî vegerîne Sûrîyê.

Yerlîkaya da zanîn ku 4,164,472 bîyanî bi rêkên qanûnî li Tirkîyê dimînin û got ku ji wan 2,920,119 kes Sûrî ne.

Wî dîyar kir ku ji 2017’an vir ve, 763,443 Sûrî bi awayekî dilxwaz û ewle vegerîne welatê xwe.

Li gor ragihandina Yerlîkaya hejmara kesên vedigerin di 15 rojên dawî de 7 qatan zêde bûye.

Yerlîkaya dîyar kir ku Sûrîyên dixwazin vegerin welatê xwe dikarin ji malpera Seroktîya Rêvebirina Koçberîyê serlêdanê bikin û got ku ewê di heman rojê de randevuyê bistînin.

Wezîrê Navxweyî got ku Sûrî dikarin tevahîya kelûpelên mal û dikanên xwe yên li Tirkîyê tevî maşîneyên xwe bi xwe re bibin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG