Ajansa nûçeyan a Tirkiyê dibêje di encama rûdaneke trafîkê de îro Yekşemê herî kêm 22 koçberan jiyana xwe jidest da ku di nav de jin û zarok hebûn.
Ajansa Anadol got kemyona koçberan li parêzgeha Izmîr a rojavayê welêt ji ser pirekê ket.
Girteyên vîdyo kemyona serobinî bûyî li gel tiştên kesayetî yên koçberan nîşan dan.
Di vê rûdanê de her wiha 13 koçber birîndar bûn û bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.
Desthilatdaran vekolîn dest pê kirin û ta amadekirina vê raportê hîn nasnameya koçberan diyar nekiribû.
Medya Tirkyê ragihand ku şifêrê kemyonê di nav birîndaran de ye û ji polîs re gotiye ku kemyon ji ser riya xwe derket.
Tê zanîn, bi sed hezaran koçber li Tirkiyê, ji bo derbasbûna Yûnanistanê, hewil didin xwe bigihînin qeraxên deryayê.