Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Yekşemê got ku Enqere kar dike ji bo dirêjkirina destpêşxeriya Neteweyên Yekbûyî ya ku rê daye Ukraynayê genim ji benderên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine dorpêçkirin piştî dagirkirina wê, hinarde bike.
Destpêşxeriya Genim ya Deryaya Reş ku di Tîrmeha borî de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê hat kirin, destûr da ku genim ji sê benderên Ukraynayê were hinardekirin. Peyman di meha Mijdarê de hatibû dirêjkirin û eger neyê dirêjkirin, ew dê di 18ê Adarê de biqede.
Rûsyayê nîşan da ku ew ji peymanê nerazî ye.
Çavuşoglu di axaftina xwe de, li Konferansa Welatên Kêm Pêşketî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Dohaya paytexta Qeterê, got: "Ji bo pêkanîna bi awakî xweş û berfirehkirina peymana genim a Deryaya Reş em gelekî dixebitin."
Rûsyayê got ku ew ê tenê bi dirêjkirina peymana genim a Deryaya Reş razî bibe eger berjewendiyên berhemên wê yên çandiniyê li ber çavan bên girtin.
Roja Yekşemê, peyvdara wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ev helwesta xwe dubare kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a TASS`ê, wê got ku "Eger ev peyman wekhev be, wê demê me her tim para xwe bi cih aniye û em ê di hemû peymanan de cîbicî bikin."
Hinardekirina çandiniyê ya Rûsyayê bi aşkere ji aliyê cezayên rojava ve nebûye armanc, lê Mosko dibêje sînordarkirinên heyî rê li pêşiya wê digrin ku bikaribe dexl û kemawîya xwe hinarde bike.
Çavuşoglu got ku wî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re jî li ser xebatên ji bo dirêjkirina peymanê gotûbêj kiriye.
Li gorî Navenda Hevbeş a Koordînasyonê ya li Tirkiyê ku çavdêriya cîbicîkirina peymanê dike, ji 3ê Adarê ve nêzî 23 mîlyon ton genim û tiştên din ên xwarinê bi riya Destpêşxeriya Genim a Deryaya Reş hatine hinardekirin.
Çavkanî: Reuters