Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Trump Halkbank û Nobedariyên li Sûriyê Gotûbêj Dikin


Serokê Tirkiyê dibêje serokê Amerîka Donald Trump soz daye lêvegerekê li pîvanên dijî bankeka Tirkiyê bike ku cezayên dijî Îranê binpê kiribûn.

Di axaftina xwe ya îro Şemiyê de serok Recep Tayyip Erdogan agahiyên berferh li dor pêwendiya xwe ya telefonê li gel serok Trump, ku roja Pênşemê pêk hatibû, dan.

Erdogan got wî behsa Banka Tirkiyê Halkbank kir ku niha rêvebirê wê yê cîbecîkar li New Yorkê rastî tawanbariyên binpêkirina cezayên Amerîka yên dijî Îranê tê.

Tirkiyê Dibêje Halkbank ceza binpê nekirine.

Erdogan dibêje Trump “gotiye ku ewê ji wezîrên xwe re vê yekê şîrove ke”. Hîn ne diyare wê Trump çi bike.

Wan her wiha nobedariyên hevbeş ên Minbijê li bakurê Sûriyê gotûbêj kirin.

Erdogan dibêje ewê dawiya hefteya bê Trump li Frensa bibîne.

XS
SM
MD
LG