Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê:Vekirina Balyozxana Amerîka li Orşelîmê Meha Nîsanê Xemeke Tund e


Hikûmeta Tirkiyê got ew bi tundî nîgerane ku dê Amerîka balyozxaneya xwe meha Nîsanê li Orşelîmê veke ji dêvla dawiya sala bê ku berî hatibû ragihandin.

Wezareta derve ya Tirkiyê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got:

“Ev biryar diyar dike ku rêveberiya Amerîka rijde ziyanê bigihîne bingehên aştîiyê, bi riya binpêkirina yaseya navnetewî û biryarên Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li dor Orşelîmê.”

Mike Pence, cîgirê serokê Amerîka meha borî ji parlemana Îsraîlê re gotibû ev gav dê dawiya sala 2019an cih bigre, lê wezareta derve ya Amerîka roja Înê got dê revebirî di meha Nîsanê de, ku boneya 70 saliya damezrandina Îsraîlê ye, balyozxaneyê veke.

Wezareta derve ya Tirkiyê got:

“Tirkiyê dê bi berdewamî hewlên xwe bide ji bo parastina mafê rewa yê Filestînê…li dijî vê biryara tund a Amerîka.”

Serkirdayetiya Filestînê doh Înê got guhertina dema veguhestina balyozxaneyê gurkirineke li dijî Ereban.

XS
SM
MD
LG