Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Vîtoya Amerîka ya Derbarê Agirbesta Gazayê Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li gel wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken (Arşîf)
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li gel wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken (Arşîf)

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan vîtoya Amerîka ya ser pêşnivîsa biryara Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir ku bo di şerê li Gaza banga agirbestekê mirovahî ya demûdest dikir.

Wezareta Derve ya Tirkîyê ev agahî îro Şemîyê di daxuyanîyeke li ser X’ê ragihand.

Wezaretê dîyar kir ku Hakan Fîdan doh li Washingtonê li gel hevtayên xwe yên Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) û Koma Têkilî ya Komkara Erebî ser rewşa Gaza bi wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken re, hevdîtineke komî û yek jî tenê kirine.

Wezaretê got ku Fîdan di hevdîtinên li Washingtonê de destnîşan kiriye ku vetoya Amerîka ya pêşnivîsa Civata Ewlekarîyê ya NY wek "bêhêviyeke tam" e.

Fîdan herwiha piştî hevdîtinên bi Blinken re li Washingtonê û pêşnîyara Civata NY jiber vîtoya Amerîka têk çû, ji medya dewleta Tirkîyê TRT’re axivî.

"Hevalên me careke din dîyar kirin ku Amerîka niha di vê mijarê de tenê maye, bi taybet jî di dengdana li Neteweyên Yekbûyî de," Fîdan got.

Amerîka û Îsraîl dijî agirbesta li Gazayê ne, jiber ku ew bawer dikin ku agirbest wê tenê di berjewendîya Hamasê de be. Washington li şûna agirbestê, piştgirîya navberan di şer de dike, jibo parastina sivîlan û berdana dilên di destê Hamasê de.

Berevajî bi piranîya hevbendên xwe yên Rojavayî û hin dewletên Kendavê, Tirkîye endama NATO'yê Hamasê wekî komeke terorîst nabîne.

Ji alîyê din ve, Fîdan di hevpeyvîna bi TRT re, ragihand ku wî di hevdîtina bi Blinken re pêyvajoya endambûna Swêdê ya NATO’yê jî gotûbêj kiriye.

“Ji niha û pê ve ev mijar girêdayê biryara parlamentoyê ye û me ev yek ji hevtayên xwe re ragihandiye, “wî got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG