Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Hêzên Tirkiyê û Amerîka Dê Nobedariya Minbijê Bikin


Wezîrê Bervaniya Tirkiyê dibêje serbazên Amerîka û Tirkiyê dê nobedariya bajarê Minbijê bikin li bakurê Sûriyê, wek beşek ji rêkeftina herdû aliyan li dor vekişîna hêzên Kurdî ji wir.

Di axaftina xwe de piştî kombûna NATO li Broksilê derengî roja Înê, wezîrê berevaniyê Nurettin Canikli got ew li gel hevtayê xwe yê Amerîkî James Mattis kom bû.

Wî got:

“Me kombûneka gelek berfereh, berhemdar û erênî hebû li dor nexşeriya Minbijê.”

Tê zanîn, Tirkiyê û Amerîka nê hefteyê gihîtin erêkirinekê li nexşeriyeka girêdayî bajarê Minbijê.

Tirkiyê gelek caran daxwaz ji Amerîka kir ku piştgiriya xwe bo Yekîneyên Parastina Gel YPG rawestîne, lê hêzên Kurdî di şerê rêxistina terorîst Daiş de cihekî berbiçav girt, din av de jî rizgarkirina bajarê Minbijê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG