Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Li Amarîka Serdana Du Girtiyên Tirk Dike


Wezîrê derve yê Tirkiyê serdana du girtiyên Tirk kir li Amerîka ku hatibûn girtin li dor tevlêbûna wan bo êrîşekê li ser xwepêşandanekê ku bû sedema girjiyan di navbera Amerîka û Tirkiyê de.

Wezîr Mewlûd Çawûşoglo di Twîteka xwe de got wî derengî Şemiyê serdana Sînan Narîn Û Eyûp Yildirim kir û got “me silav û hezkirina welatê xwe gihand wan. “

Herdû kes bi cilûbergên porteqalî li gel wezîr di wêneyekê de diyar bûn.

Herdû Tawanbar, ew di nav 19 kesên berguman de ku hatine tawanbarkirin bi êrîşkirina xwepêşanderan li pêş mala balyozê Tirkiyê li Waşintona paytexta Amerîka.

Êrîşa dijî xwepêşanderean di meha Nîsanê de rûda di dema serdana serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Tirkiyê dibêje xwepêşander alîgirên Çekdarên Kurd bûn.

Narîn û Yildirim meha Narin and Yildirim meha Hizêranê hatin girtin. Her wiha 15 nobedarên Erdogan bi êrîşkirina xwepêşanderan hatin tawanbarkirin, di nav de jî serokê tîmê ewlekariya Erdogan.

XS
SM
MD
LG