Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje wan Barê Duyem ê S-400 Wergirt


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezareta berevaniya Tirkiyê got wan îro Yekşemê barê duyem ê sîstema berevaniyê ya Rûsî S-400 bi temamî wergirt.

Wê got ev sîstem wê di Nîsana 2020an de çalak bibe.

Enqera û Waşintonê nakok in li dor kirîna sîstemê ji Rûsya. Amerîka dibêje nabe S-400 tevlî sîstema berevaniya NATO be.

Herçendî amerîka got ew ê cezayên abûrî bide ser Tirkiyê, Enqera beşên seretayî Tîrmeha çûyî wergirtin.

Ji ber kirîna Tirkiyê ya S-400, Amerîka ew ji programa firokên F-35 derxist .

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu ji kenala CNN a Tirkî re got tevî huşdariyên Amerîka, wê sîstema S-400 bê çalakirin.

Wî got:

“Wan (berpirsên Amerîkî) ji me re got ku em sîstemê çalak nekin û em dikarin li hev bikin, lê me ji wan re got me ev sîstem ji bo nîşandanê nekirîye.”

Serokê Tirkiyê roja înê ji ajansa Reuters re gotibû ku ewê kirîna mûşekên Patriot ên Amerîka vê mehê li gel serokê Amerîka Donald Trump gotûbêj bikin.

Wî got pêwendiyên wî yên kesayetî li gel Trump renge kirîza S-400 çareser bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG