Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Xema xwe li dor Plana Xalên Çavdêriyê li Bakurê Sûriyê Nîşan Dide


Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar îro Şemiyê got welatê wî bi xeme li dor plana Amerîa ya danîna xalên çavdêriyê li bakurê Sûriyê.

Roja Çarşemê wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis gotibû wê Amerîka wan xalan deyne ji bo ku balê bidin ser nehîştina bermayên gurûpa Daişê li Sûriyê.

Amerîka dibêje girjiyên di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat de proseya şerê Daişê lawaz dike.

Akar got wî di serdaneke vê dawiyê de bo Canada ji serokê komandariya Amerîkî Joseph Dunford û berpirsên din ên Amerîkî re gotiye ku wê danîna van xalan bandoreke neyînî bide ser nerîna Tirkiyê li Amerîka.

Wî got:

“Ez bawerim kiryarên wiha wê rewşa berê tevlîhev hîn diha xerab bikin.”

Wezîrê Tirk got:

“Divê kes guman neke ku wê hêzên çekdar ên Tirkiyê û komara Tirkiyê her gaveke pêwîst bavêje li dijî gef û metirsiyên ser sînorê xwe … Em pêşbîniya wê yekê dikin ku hevalbenda me ya NATO pêwendiyên xwe yên li gel terorîstên YPGê qut ke.”

Hêjayî gotinê ye gurûpa Daiş hîn li hin navçeyên rojhilata çemê Feratê çalakdare û rêveberiya Trump hêvî dike ku di nava çend mehan de dawî li wê bê.

XS
SM
MD
LG