Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Dê Bixaze bi Amerîka re Dîsa Tevlî Grûpa Hevbeş a Kar Ya S-400 Bibe


Wezîrê derve yê Trkîyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê derve yê Trkîyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Trkîyê Mevlut Cavusoglu roja Înê ragihand ku dê Tirkîyê dîsa banga Amerîka bike ji bo karkirina di grûpa hevbeş de ji bo sîstema berevanîya mûşekan S-400, dema ku Biden desthilata Amerîka wergire.

Cavusoglu, li ser rêya vegera ji Pakistanê ev afaxftin ji peyamnêran re kir.

Dezgeha medyayî NTV ji ser zimanê Cavusoglu ragihand ku gotiye:

“Em dê hewlên rijd bikin ji bo çakirina pêwendîyan. Em pêşbînîya heman hewlan ji rêveberîya Biden dikin... Ez bawer im dê qonaxeke cihê pêşbînîyan be di pêwendîyên me de, lê em amade ne.”

Meha borî, Waşintonê ceza li ser Enqerê danîn bi sedema kirîna Tirkîyê ya sîstema berevanîya mûşekan a Rûsî S-400. Tirkîyê ew gav wek “ şaşîyeke mezin” bi nav kir.

Amerîka her wiha hevalbenda xwe ya NATO ji programa firokên şer F-35 derxist.

Waşinton dibêje sîstema S-400 metirsîyekê dide ser firokên wê yên şer F-35 û her wiha metirsîyê dide ser sîstemên NATO yên berevanîyê. Tirkîyê vê yekê red dike û dibêje S-400 dê ne li dijî NATO yê be. Wê sazkirina grûpeka kar pêşniyar kiribû ku vekolînan li dor van idîaayên nakok bike.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî roja Înê gotibû ku ew hêvîdar e dê gavin erênî li dor programa F-35 werin avêtin dema Biden posta serokayetîyê wergire.

XS
SM
MD
LG