Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Daxwaza Rakirina Bendên Bazirganî yên Amerîka Dike


Ruhsar Pekcan
Ruhsar Pekcan

Wezîra bazirganiyê ya Tirkiyê got, Tirkiyê di axaftinên îro Şemiyê de daxwaz ji Amerîka kir ku bendên bazirganî yên di navbera herdû welatan de rake.

Tevî cezayên Amerîka yên dijî Tirkiyê piştî kirîna Tirkiyê sîstema berevanî ya mûşekan S-400 ji Rûsya, Waşinton û Anqerayê pilan dikine ku asta bazirganiya xwe ya salan bigihînin 100 milyar dolar.

Wezîr Ruhsar Pekcan got wê ji wezîrê bazirganiya Amerîka Wilbur Ross re pêşbîniya Tirkiyê ya zelal derbirî li dor “jinavbirina wan bendên bazirganî û siyasedtên ku rêveberiya Amerîka sepandine û rê li pêşvebirina bazirganiya hevbeş digrin.”

Pekcan got wê di kombûnê de bilindkirina berhemên firîna sivîl, otombîl, xişil, cil û bergên û hin kertên din ên Tirkiyê gotûbêj kirin.

Balyozxaneya Amerîka got Ross û Pekcan erêkiribûn ku bilindkirina asta bazirganiyê bo 100 milyar dolar salane, wê pêwîstî bi karekî dijwar hebe ji aliyê herdû welatan ve.

XS
SM
MD
LG