Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogmuş: Kurd di Hilbijartina Stenbolê de Hêza Xwe Nîşan Da


Amerîka gefa cezakirin û dorgirtinên aborî li Tirkiyê dike, ger ew dest ji hewilên kirîna mûşekên sîstema berevanîyê S-400 yên Rûsî bernede.

Nîmetullah Erdogmuş, nûnerê Ruhayê li parlamana Tirkîyê dibêje ku pêwîstîya Tirkiyê bi wan mûşekan tune, lê mebest ji kirîna wan Kurdên Sûrîyê ne.

Sebaret serketina namzetê CHP’ê di hilbijartina şaredarîya Stenbolê de, parlamanterê HDP’ê Erdogmuş dibêje ku ew hilbijartin serketina hemî pêkhatî û bîr û bawerîyên cûda yên Stenbolê ye.

“Di vê hilbijartinê de HDP û Kurdan hêza xwe nîşan da ku ew dixwazin gotûbêjên çareserîya demokratîk bînin rojeva Tirkîyê.”

Nimetullah Erdogmuş
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG