Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Îdia Dike ku Kiliçdaroglu Berbijarê Amerîka Ye


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îdia kir ku Amerîka dest li hilbijartinên 14’ê Gulanê dide.

Soylu di kanala CNN Turk got ku herkes dizane ku Amerîka 10 salan carê li Tirkîyê darbeyan dike.

Wî dîyar kir di vekişîna Muharrem Înce de, ku jibo serokomarîyê berbijar bû, tilîya koma Fetullah Gulen heye ku li Tirkîyê bi navê FETO wek rêxistineke terorî tê dîtin.

Bi berdewamî Soylu bê ku delîlan nîşan bîde îdia kir berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu berbijarê Amerîka ye.

‘’Mister Biden hewil dide ku hevbendên xwe yên li Tirkîyê bifilitîne’’ Soylu got.

Kiliçdaroglu jî ji Twitterê îdia kiribû ku Rûsya dest li hilbijartinên Tirkîyê dike.

Soylu dîyar kir ku ser îdiayên maytekirina Rûsya ti agahî li ba wî tune.

Tirkîye jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran vê Yekşemê diçe ser sindoqan.

Piranîya anketan raber dikin Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: VOA, CNN Turk, Twitter

XS
SM
MD
LG