Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Sibe Dê Gelê Wanê Erdogan Oxir Bike


Pervin Buldan /Wan
Pervin Buldan /Wan

Partîya Çep ya Kesk rojek berya hilbijartinê yêk jî mîtînga xwe ya dawî li navenda Wanê li dar xist. Hilbijêrên bajêr bi coşek mezin qada Pênç rê tejî kirin û bi dûrişmayan piştgirîya xwe bo Partîya Çep ya Kesk anîn ziman.

Berbijara Partîya Çep ya Kesk ya Wanê, Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pelvîn Buldan derket ser dikê û got ku sibê dê rojek xweş be.

“Ez bawer dikim ku hun dê bi îradeya xwe carek din hevbajarvanên Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe û Mustafa Avci bînin ser pêvîra wan. Sibê dê bibe rojek xweş û dê dîrokê carek din were nivîsandin. Sibê em dê dengên xwe xwedî derbikevin û Partîya Çep ya Kesk bikin partîya yêkemîn ya Tirkîyê.

Buldanê got ku gelê wan dê bi dengên xwe dawîyê zulma li ser xwe bîne û li hember tundîyê, înkarê xwedî li dengê xwe derbikeve.

Partiya Çep ya Kesk/Wan
Partiya Çep ya Kesk/Wan

“Sibê mohra xwe we li bin Partîya Çep a Kesk bidin ku Erdogan di xwena xwe de jî 50+1 nebîne. Mohra xwe li bin Partîya Çep ya Kesk bidin ku aşîtî, demokrasî, dadmendî û aramî were vî welatî.”

Buldanê îdîa kir ku Recep Tayîp Erdogan daku dest ji serokomarîyê bernede berxwe dide û naxwazin ji kûrsî ya xwe berdin.

“Daku zêdetir dewletê bi talan bikin. Lê êdî em destûrê nadin wan. Emê bi dengê xwe wan rêbikin.”

Wezîrê Karê Navxweyî yê Suleyman Soylu ku di heman demî de berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stanbolê ye, roja Pêncşemê gotibû ku wî li ser daxwaza Erdogan dest danîya ser bajarvanîyên HDP’ê.

Buldanê bal kişan ser van gotinên Soylu û got ku navê vê yêkê “darbeya bi organize” ye, jiber ku mejî yê wan tenê bo darbeyan kar dike.

Piştî axaftinên sîyasetvanan, hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jîyan derketin ser dikê û sitranên xwe gotin.

Dema ku beştarvanên mîtîngê belav dibin, li ser cadeya Cumhurîyetê di navbera hêzên ewlekarîyê û rûniştvanan de pevçûn derket û 4 ciwan hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG