Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Ciwanek jiber Sermayê Jîyana Xwe ji Dest Dide


Li navenda bajarê Wanê ciwanê bi navê Mevlut Dayan ê 34 salî ku jiber xizanîye bermahî berhev dikir û difirot, serê sibê di nava kolikekê de mirî hat dîtin.

Termê Dayan li taxa Valî Mîthat Bey cem rawestgeha minîbûsan di nava kolikekê de ji alîyê rûniştvanan ve hate dîtin. Piştî agahdar kirina malbata wî, dayîk, bav û xizmên Dayan li cihê bûyerê kom bûn.

Herwiha hêzên ewlekarîye jî li cihê bûyerê lêkolîn dan despê kirin.

Tayfun Dayan kurapê Mevlut Dayan e û berîya hemî kesî wî term dîtibû. Dayan ku derbarê mirina kurapê xwe de agahî da û wiha axivî:

“Dema ez çûm cem termê wî, min dît ku wî jîyana xwe ji dest daye. Dayan şev agir pêxistîye û dû re jî raketîye. Şev, piştî agir vemîreye wî ji ber sarmayê jîyana xwe ji dest daye. Ew bêkar bû û vê sedemê hertim bi hevalên xwe re diçû bermahî berhev dikirin û difirotin. Dema karê wan diqedîya dihatin vê derê û di vî kolîkî de tiryak bikardianîn.” Dayan Got

Li gor Sazîya Îstatîstîkê ya Tîrkîyê (TUÎK) hejmara bêkaran gihiştîye 4 mîlyon 396 kesan. Dîsa li gor heman daneyan bajarê Wanê ji alîyê hejmara bêkarîyê de ciheke sereke digire.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG