Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolanên Wanê bi Qedexeya Derketinê re Vala Dimînin


Cadeyeka Bajarê Wanê
Cadeyeka Bajarê Wanê

Hikûmeta Tirkîyê piştî ku rojane hejmara pêketîyên vîrusa korona derkete 30 hezaran, carek din qedexeya derketina kolanan da despê kirin.

Li seranserê Tirkîyê heya bîryarek nû, nav hefteyan êvarê û du rojên dawîya hefteyê qedexa çûnûhatinê hate ragihandin.

Di çarçoveya tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona de, kolanên bajarê Wanê jî vala man û tenê dermanxane, firoşgeh û qesab vekîrî man.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Şaxê Wanê Fîgen Çolakoglu, bîryara qedexa derketina kolanan erenî nirxand.

Wê got:

“Piştî ku sarma despê kir, têsîra belavbûna vîrusa korona li Tirkîyê û seranserî cîhanê zêdebû û pir mirin çêdibin. Lê tedbîrên hatin wergirtin têra nake, jiber ku di nava hefteyê de qedexe tê rakirin. Jiber ku aborîya Tirkîyê hemeber qedexeyên berfirey ne xurt e.”

Çolakoglu da zanîn ku li bajêr rojê dora 230 kes bi vîrusa korona dikevin û niha 92 kes li beşa nexweşên giran tên derman kirin.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00


XS
SM
MD
LG