Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê jiber Vîrusa Koronayê Gundek Hildan Bin Karantîna yê


Li bajarokê Ebexa (Çaldıran) Wanê tîmên saxlemîyê bi gumana vîrusa korona, gundê Xan hildan bin karantîna yê.

Doh Înê rûniştvanê bi navê S.Y. ê 64 salî nexweş ket û tîmên saxlemîye bi gumana vîrusa korona ew rakirin nexweşxaneya Ebexê.

Têkildarî mijarê Qeymeqamê Ebexê Adem Can di daxuyanîya xwe ya nivîskî de dîyar kir ku, wan wek tedbîr gundê Xan yê ku ji 130 malan pêk tê, hildanê bin karantîna ye.

Muxtarê Gund Burhan Salaz ji Dengê Amerîka re ragihand ku S.Y. şeva Înê jibo serxweşîyekê ji Stenbolê hatibû gund û di heman demjimêran de jî ew rakirine nexweşxaneyê.

“Piştî S.Y. rakirin nexweşxaneyê doxtoran li ser hemû gundîyan testa vîrusa koronayê pêk anîn. Niha em gundî tevahî li benda encamêne. Lê em nizanin gelo encamên testan dê çi demî werin, jiber ku test şandinê Enqerê.”

Herwiha muxtar Salaz anî ziman ku ew bi telefonê ligel S.Y. axiftîye û rewşa wî ya sexlamîyê niha baş e.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Wanê mîlyonek zêdetir mirov dijîn. Lê di nexweşxaneyên Wanê de derfeten testên vîrusa korona nehatîye saz kirin. Jiber vê yêkê testa kesekê ya vîrusa korona herî lêz di nava sê rojan de encam dide

Raporta Deng/ Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00


XS
SM
MD
LG