Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zanîngeha Wanê Dersên Kurmancî Destpê Dikin


Li Wanê bi serlêdana mamoste Gernas Hezex (Kahraman Aksu) di bin sîwana Navenda Perwerdeya Gel ya Tirkîyê perwerdeya zimanê kurmancî hat pejirandin û di 15’ê Sibatê de li zanîngeha Wanê dersa Kurdî destpê kir.

Mamoste Hezex ku li zanîngeha Cewlîkê (Bigol) beşa edebîyata Kurdî qedandîye û li benda tayîn kirinê bû, bi hewildanên wî cara ewil dersa zimanê kurmancî li Wanê hat pejirandin.

“Berî niha kursên zazakî hebûn lê kurmacî li sazîyek dewletê tune bû. Tenê li dibistanan wek dersên bijartî li polên 5, 6, 7 û 8’ê hebûn. Ev dersan kurmancî cara ewila pêk tê.”

Kesên ku bixwazin dersa kurmacî wergirin, dikarin serlêdana navenda perwerdê ya gel, bi online û an jî xwe bigihînin mamoste dersê. Hezex dibêje ku di niha de pir zêde serlêdan hene û we dîyare ku ew dê du polan veke.

“Jibo destpêkirina dersên Kurdî pêwistîya min bi 12 xwadekaran hebû û kontejana min 20 kes bû. Lê niha serlêdan gihişte 47 kesan û hin jî serlêdan berdevam dike. Ezê bo vekirina polên din serî li sazîyê bidim.”

Xwandekarên ku dersa kurmancî bi serkeftî diqedînîn dê ji alîyê Wezareta Perwerdehî Netewî ve sertîfaka were dayîn. Herwiha xwandekarên ku asta B1 qedandî jî wek mamoste dikarin bi heman şewazî bo verikirina polên dersa kurmancî serî li Navendên Perwerdehî ya Gel bidin.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG