Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zîndana Wanê Gireva Birçîbûnê Di Roja 6'an de Berdevam Dike


Prison in the Kurdish city of Van in Eastern Turkey
Prison in the Kurdish city of Van in Eastern Turkey

Girtîyên li zîndana tipa F ya Wanê, bi daxwaza rakirina zextên ser wan, di 14’ê Îlonê de greva xwe birçîbûnê dan despê kirin.

Komeleya Xizmên Zîndanîyan (TUHAY-DER) dîyar kir ku, her 10 rojan carekê komek girtî dê bidorveger greva birçîbûnê bidin berdevam kirin.

Parêzera TUHAY-DER’ê Sevda Aydin got ku koma yekan ya ji 9 girtîyan pêk tê, niha di greva birçîbûnê de ne û wê daxwazên zîndanîyan wiha rêz kir:

“Astengîyên ser têkilîyên di nav bera zîndanîyan de were dawî kirin, têlên li ser banê hewşên mezelan were rakirin, di hevdîtinan de lêgerînên keyfî ên ser girtîyan were dawî kirin, radyoyên ku di rewşa awarte de hatine sitandin, paşve were dayîn, demê derketina hewşê yên zindanîyên cizayê dirêjîya jîne ku demjimêreke were dirêj kirin û astengiyên hember daxwaza guhartina mezelan ya girtîyan were kirin.”

Parêzer Sevda Aydin
Parêzer Sevda Aydin

Parêzer Aydin dide zanîn ku xwestekên girtîyan hemî jî li gor qanûnên Tikîyê ne û ew tenê mafên ku ji deste wan hatine sitadin dixwazin.

“Mixabin girtî jibo ku rêvebirîya zîndanê li gor qanûnên Tirkîyê tev bigerin destbi greva birçûbûnê kirine. Daxwaza me, ewê ku mafên girtîyan tevahî werin dayîn û binpêkirina mafên wan bidin sekinandin. Em di vî warî de jî ji raya giştî piştgirî dixwazin.”

Parêzer Aydin dîyar dike ku girtîyan bîryar daye heya xwestekên wan werin cîh dê çalakîya xwe berdevam bikin.

Dengê Amerîka derheqa îdiayên çalekvanên greva birçîbûnê de bi rêya telefonê ji rêvebirîya zîndana tipa F ya Wanê agahî xwest, lê karbidestan dîyar kir ku rêvebirê wan yê giştî jibo bersivê ne amadeye û ew li behnvedane ye.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00


XS
SM
MD
LG