Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 13 Penaber ji ber Sermayê Dimrin


Penaber
Penaber

Roja Şemîyê 13 penaberên ku di xwestin bi kaçaxî ji Îranê derbasî Tirkîyê bibin, li ber çîyayekî Bajarokê Ebexa (Çaldiran) Wanê jiber sarmayê jîyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Wanê, di nav de Kurdên ji bakurê Sûrîyê û her wiha kesên ji Pakîstan û Afkanîstanê jî heyî, nêzî 150 penaberan xwestine ji Îranê derbasî alîyê Tirkîyê bibin.

Dema koma penaberan derbasî alîyê Tirkîyê dibûn, li bajarokê Ebêxê rastî ba û habozê hatine û ji ber sarmayê 3 ji Kurdên Kobanê bi giştî 13 benaberan jîyana xwe ji dest daye. Li gor heman çavkanîyê nasnameyên 3 kesên ku xelkê Kobanîyêne wiha ne: Ebdo Ehmed Şêx Ebdil-Rehman û hevjîna wî Hindirîn Mamed Îbiş, Azad Hemzê Kobanî.

Piştî bûyerê Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî belav kir û got ku jiber mercên zivistanê ên dijwar tîmên hewarçûyînê nikarîn biçin termê van kesan bînîn. Bîlmez amaje kir ku wan tîmên hewarçûnê agahdar kirine û dema rewşa hewa baş bû, wê jibo anîna termê van kesan dest bi xebatan bikin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Murat Melet, dide zanîn ku piştî serlêdana xizmên penaberên Kurd, ji bûyerê agahdar bûne.

“Destpêkê gundîyên wê herêmê termê penaberên ku ji Kobanîyêne dibînin û agahî didin malbatên wan. Ji Amedê jî xizmên van kesan bi rêya telefonê xwe gihandin me. Mixabin jiber rewşa hewayî tîmên herwarûnê nikarin biçin termê penaberan bînin. Lê divê demek kinda de termê penaberan bidin malbatên wan. ”

Mafparêz Melet, bal kişand ser rewşa penaberan û destnîşan kir ku li bajarê Wanê van salên dawî bi sadan penaber bi vî şiklî jîyana xwe dest didin. Herwiha serokê komelayê Melet, anî ziman ku gelê herêmê jiber şer û pevçûnan di welatên xwe de dibin penaber.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava sala 2019’an de ligor agahîyen medyayê, liser sînor jiber hin sedemên curbicur, 35 penaberan jîyana xwe ji dest daye. Dîsa di heman salê de li ser Behra Wanê, keştîyek binav bûbû û 7 penaber têde hatibûn kuştin.

Raporta Deng / Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00


XS
SM
MD
LG