Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hewildanên Rizgarkirina ji Herifînên Berfê Berdewamin


Bajarokê Miksê
Bajarokê Miksê

Piştî rûdana du aşûtên (herifînên berfê) yên mezin li Bajarokê Miksa (Bahçesaray) Wanê, xebatên rizgarkirinê hêj jî li cihê bûyerê berdewam dikin.

Ligor daxuyanîyên karbidestan ên herî dawî hejmara qurbanîyên aşûtê gihiştîye 41 kesan û 84 kes jî birîndar bûne.

Walîtîya Wanê dîyar kir ku jiber rewşa hewayê nebaş, wan navber daye xebatên rizgar kirine û piştî rawestîna berf û bahozê ew dê çardîn dest bi xwebatan bikin. Lê belê walîtîyê di daxuyanîya xwe de derbarê rewşa kesên di bin aşûtê de tu agahî belev nekirîye.

Li bajêr hejmarek zêdê partîyên sîyasî, komelê û sendîqeyan bertek nîşan dan û gotin ku berpirsê van mirinan karbidestin.

Şaxa Konfederasyona Sendîqeyên Civakî (KESK) ya Wanê jî liser vê babetê preskonferasek saz kir. Serokê Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerdehî û Zanistî (Egitim-Sen) yê Wanê Bedrî Yamaç li ser navê komê wiha got:

“Dibe ku mirov nikare pêşî li afatan bigire, lê bi wergirtina tedbirên pêwîst em dikarin asta zirarê kêm bikin. Mixabin di vê bûyerê de em dibînin tu tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin. Tevî vê di mudaxaleya rizgar kirinê de jî gelek kêmasî derketine holê. Kesên çûne hewarê ne kesên pispor û di wî warî de zana bûn. Ji ber vê jî di aşûta duyan de hejmarek zêde mirovan jîyana xwe ji dest da.”

Piştî bertekan Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê jibo lêkolîna bûyera aşûtê 3 lêpirser erkdar kir. Ligor daxuyanîya wezaretê, her sê lêpirser wê hemû alîyên bûyerê lêkolîn bikin.

Li alîyê din di roja çaran de şîna qurbanîyên aşûtê jî berdevam dike. Hejmara qurbanîyan ew qas zêdeye ku di hin mizgeftan de şîna 4, 5 kesan bi hevra hatîye danîn.

Hêjayî bibîrxistine ye ku di 4’ê Sibatê de di navbera Miks û bajarê Wanê de liser rêka Kirapetê aşûtekê ket xwarê û 5 kesan jîyana xwe ji dest da. Dema tîmên hewarçûnê jibo rizgar kirina 2 kesên din xebat dimeşandin, aşûta duyan rû da û 36 kesên din jîyana xwe ji dest da.

Herwiha 84 kes jî bibirîndar hatibûn rizgar kirin

Raporta Deng/ Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00


XS
SM
MD
LG