Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şûna 3 Bajarvanên HDPê yên Wanê Qeyum Hatin Danîn


Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê, şûna hevbajarvanên Elbak, Qelqelî û Bêgirî yên Wanê qeymeqamên van bajarokan wekî qeyum dîyar kirin.

Dûh roja înê hêzên ewlekarîyê yên Tirkîye, li bajêrê Wanê dijî bajarvanên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonek pêk anî bûn. Di encama serdegirtina avahîyên şaredarîyan û malan de hevşaredarên bajarokên Bêgirî (Muradîye) Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, yên Qelqelî (Ozalp) Yakup Almaç û Dîlan Ogrencî û yê Elbakê (Başkale) Erkan Acar hatibûn desteser kirin.

Îro, hêj darizandîna hevbajarvanan ne qedîyayî, bi sedema derbarê van de lêpirsîn heye, Wezareta Karê Navxweyî hevbajarvan ji kar dûr xistin û li şûna wan qeymeqamên van her sê bajarokan wek qeyum peywirdar kir.

Parlamanterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç dîyarkirina qeyuman wekî berdewamîya polîtîkayên ‘qetlîyamên li hemberî Kurdan’ pênase kir.

“Ev polîtîkaya sedan salane, ne ya îro ye. Ev polîtîka berdewamîya polîtîkayên li gelîyê Zîlanê, Dêrsîm, Sêx Seîd, Roboskî, Tel Rifat ku 10 zarok hatibûn qetil kirin e. Dîyar kirina qeyum jî di vê çarçoveyê de ye. Êdî dewletê tenê ji xwe re polîtîkayek dîyar kirîye. Armanca wê jî qetil kirina Kurdan e. Lê ew dê teqez winda bikin. (Partîya Dad û Pêşvebirinê) AKP dibîne wê têk biçe, lewra êrîşên li hemberî Kurdan ev qas zêde kirîye.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê ji 19’ê Tebaxê vir ve 3 şaredarîyên bajarên mezin jî di nav de, 28 bajarvanên HDPê ji kar dûr xistine û li şûna wan qeyum danîne

wan arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00



XS
SM
MD
LG