Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Tirkîyê ji Rêkeftina Ewrupî ya Nehêştina Tundûtûjîya Dijî Jinan Derdixe


Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan

Rojnameya fermî ya Tirkîyê îro Şemîyê ragihand ku serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan Tirkîyê ji rêkeftina navnetewî ya nehêştina tundûtûjîya dijî Jinan vekişand, tevî bangên çalakvanan ku rêkeftinê wek kilîta rûbirûbûna tundûtûjîya malbatî dibînin.

Civata rêkeftina ewrupî ya ku li Stenbolê hatibû darêjtin, soz da ku rê li tundûtûjîya malbatî bigre, wê ji nav bibe û piştgirîya wekhevîyê bike.

Tirkîyê ku di sala 2011ê de rêkeftrin îmze kir, sala borî rastî bilindbûna rêjeya kuştina jinan bû.

Ti sedem nehatine dayîn ji bo derketina Tirkîyê ji rêkeftinê, lê berpirsên partîya desthilatdar AKPê sala borî gotibû ku hikûmetê derketina ji rêkeftinê daye ber çavan ji ber hin nakokîyên li dor çawatîya dorpêçkirina tundûtûjîya li dijî jinan .

Gelek mihafizkar li Tirkîyê dibêjin rêkeftin bingeha malbatê ji hev dixe û handerîya tundûtûjîyê dike. Ew her wiha li dijî prinsîba wekhevîya zayendî ne û wê wek hevregezxwazî dibînin.

Rexnegirên derketina Tirîkîyê ji rêkeftinê dibêjin ew dê Tirkîyê gaveke din dûrî nirxên Yekîtîya ewrupî bixe.

XS
SM
MD
LG