Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên nû yên perlemanê Tirkiye sonda qanûnî xwarn piştî helbijartînên meha borî ewa piranîya desthelatan dixe di destê serokomar da.

600 endamên perlemanî ji Pênc aliyên siyasî îro Şembî yê sondxwarn û ji wana 295 perlemantarên partîya desthelatdar, APKê û 49 perlemantarên MHPê digel perlemantarên CHPê û HDPê.

Sistemê desthelatdarîya Tirkiye ji Sistema perlemanî bo rêveberîyeka serokatî yê hate gohartin ku postê sero wezîran hate helweşandin û desthelata perlemanî wê tê gohartin.

Vê rewşê tris peyda kirye ji desthelata berfireh di destê Yek kes da ko niha serokomar Receb Teyyib Erogan e, ewê biryara destnişan kirin berpirsên blind yên wilat heye.

Li gor Sistema nû perleman dikare pêlşniyazên serokomarî derbarî boca welate qibul bike yan red bike. Herwesa perleman dikare rewşa awarte kêm bike yan nehêle.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG