Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî Ya Hilbijartinên Îstenbul û Daxûyanîyên Her du Alîyan


Civîna Partîya Gel a Komarî (CHP) ya Meclîsa Tirkîyê Ya Mezîn (TBMM) her hefte li Anqare pêk dihat. Lê vê carê bi beşdarbûna serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Îstenbulê pêk hat.

Sedema vê civînê jiber ne zelalîya hilbijartinên xwecihî yên bajarê Îstenbulê ye.

Piştî civîna girtî Parlementerê CHPê yê Îstenbulê Engîn Altay derket pêş kamereyan.

Altay behsa rewşa dawî ya hilbijartinên Îstenbulê kir û got. “Hilbijartinek nû di rojeva me de tûne ye.” wî got.

Dîsa Altay anî ziman ku hilbijartina Îstenbul bi dawî bûye û got “Bajarvanê nû yê şaredarîya bajarê mezin a Îstenbul’ê Ekrem Îmamoglu ye.

Li alîyeke din ve daxûyanîyek jî berbijarê tifaqa “Gel” yê bajarê mezin yê Îstenbulê Bînalî Yildirim hat.

Yildirim, di daxuyanîya xwe ya Twîtterê de got, “Di rojên dawî de li pêvajoya hilbijartinê bêdengîya min hin kes xelet şîrove dikin. Divê bizanin ku ev helwesta min jiber rêzgirtina jibo Komîsyona Bilin ya Hilibjartinê ye. Ez pêvajoyê bi nêzîkî bi partî xwe re dişopînim. Hilbijêran tiştê werin gotin got, êdî gotin ya YSKê ye.” wî got.

Li ser hêjmartina dengên li Îstenbul berdevkê AKPê Omer Çelîk jî daxuyanîyek da. Çelîk li ser îdîayên CHPê yên dibêje li Îstenbul li ser YSK zext hene got. “Eger di destên wan de belge hene bila bi lez serî li dadwerîyê bidin. Pêwîste rêzdarî nêzîkî pêvajoyê bibin” wî got.
Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG