Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derhênerên Belgefîlma Bakur bi "Propagandaya Terorê" tê Ceza Kirin


Platforma Piştgirîya Belgefîlma Bakur ku derhênerên Belgefîlma Bakur Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglû bi sûcê ‘propagandaya terorê’ 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn jiber protestokirina vî cezayî daxuyanîyek li Taksîm Hill Otelê ya li navçeya Beyogluya Îstenbulê da.

Parlementerê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, Parlementerên Partîya Gel a Komarî (CHP) SezgÎn Tanrıkulu û Alî Şeker, dayîkên şemîyê gelek rewşenbîr, rojnamêvan, nivîskar û her du derhêner Demîrel û Mavîoglu jî tevlî daxuyanîyê bûn.

Yek jî derhênerên Belgefîlma Bakur, Ertugrul Mavîoglu berîya daxuyanîyê axifî û got,

“Her caran didin nîşan ku em li Tirkîyê dijîn. Ne hema tenê 4 sal û 6 meh ceza girtîgehê, Selahattîn Demîrtaş jî di girtîgehê de ye. Bi hezaran xwendevan jî di girtîgehan de ne. Ev rastîya Tirkîyê ye. Bi vê rastîyê re mirov tekoşîn dike serî natewîne û bêdeng namîne. Xwedî lê derketina azadîya ramanê tekoşîna mirovatîyê ye. Tişta em dikin jî ev e.”

Piştî axaftina Mavîoglu daxuyanî lîstikvana sînemayê Nur Surer xwend. Surer anî ziman ku li hember biryara “hiquqa cezayê dijmin” ew jibo piştgirîya hevalên xwe hatîye.

"Di sala 2013 de, dema pêvajoya çareserîyê û aştîyê de Belgefîlma Bakur hat kişandin. Di nav sînorên Tirkîyê de kampên PKK hatin kişandin. Her wiha ev belgefîlm jibo pêvajoya vekişîna rexistinê ya ji derketina sînorên Tirkîyê jî dîmen girtîbû. Belgefîlm sala 2015’an hat amadekirin û di heman salê nîşandana wê ya li Mihrîcana Fîlmên Navnetewî ya Îstenbulê hat asteng kirin. Piştî vê yekê Bakur hem li Tirkîye hem jî li gelek dewletan hat nîşandan.

Piştî xwendina daxuyanîyê parêzeran jî got ev biryar ne hiquqî sîyasî ye. Herwiha ewan got ewê evê dozê ji nêz ve bişopînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG