Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Êrîşên Esmanî yên Hember Armancên PKK Didomîne


Artêşa Tirkîyê dibêje, firokên wê îro Sêşemê êrîşên esmanî li hember 17 armancên serhildayên Kurd yên li devera Hakkarî ya rojhilata welêt, pêk anîn.

Êrîş di vê demê de tên ku do 4 polîs û 1 leşker li Şirnêxê hatibûn kuştin.

Tirkîye ji dawîya Tîrmehê vir ve êrîşî armancên PKK li Tirkîyê û Îraqê dike.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa dibêjin, mafê Tirkîyê heye ku xwe biparêze, lê divê Enqere hêzeke wiha mezin li hember serhildayên Kurd kar neyîne.

Wezareta Derve ya Amerîka bang li PKK kir ku tundî red bike û ligel Tirkîyê dîyalogê xurt bike.

XS
SM
MD
LG