Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Suat Ozalp: Lêkolîn Kêmbûna Dengê AKP'ê û Zêdebûna Sê Partîyan Piştrast Dikin


Alayên partîyên sîyasî li Stenbolê
Alayên partîyên sîyasî li Stenbolê

Di vê demê de ku kêmtirî 2 hefte ji hilbijartinên giştî yên li Tirkîyê re maye, partîyên sîyasî jî xebatên xwe yên dawî didomînin.

Kompanîyên ku rapîrsînên (anketên) gel li ser pêşbînîyên vê hilbijartinê çêdikin jî êdî encamên dawî yên lêkolînên xwe radigihînin.

Di van lêkolînan de piranîya dengan di nav çar partîyên sereke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) de têne dabeş kirin.

Pisporê pirsnameyan Suat Ozalp ku bi salan e hevdîtinên rûbirû bi gel re dike, rewşa dawî ya li kuçeyê û encamên anketên kompanîyên Tirkîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Suat Ozalp
Suat Ozalp

“Li qadê nîqaşên herî zêde li ser HDP’ê çêdibin ku pirsa tê kirin jî, gelo wê HDP bendê derbas bike yan na? ye.”

Suat Ozalp li ser amarên kompanîyên lêkolînan eşkere dikin wiha dipeyîve.

“Encamên li ser rêyeja dengên ku partî bistînin, pir nêzî hev dixuyin. Lê di hin lêkolînan de, dengên partîyên mîna AKP û CHP’ê naguherin ku 6 puan dilîze. Ne pêkan e ewqas ferq çêbibe ku ev xeletbûna wan nîşan dide.”

Ozalp dibêje, êdî hilbijêran biryara xwe daye û îhtimala ku di nav 2 hefteyên mayî de vê biryarê biguherînin, xuya nake.

“Encamên rapirsînan û hevdîtinên me yên nav gel nîşan didin ku dengên AKP’ê kêm dibin û yên her sê partîyên din CHP, MHP û HDP’ê zêde dibin.”

ST_5_26_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:21 0:00

XS
SM
MD
LG