Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Serdar Saadî: Sîyesata Derve ya Erdogan Şerker û Werankar E


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Tirkîyê û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan heta salên dawî sîyesata xwe ya derve bi gotara wek bi ‘cîranan re sifir pirsgirêkrêvedibir.

Lê, niha tevî welatên cîran bi gelek welatan re xwedîyê pisgirek û nakokî yên gelek girîng e, û ev rewş her diçe aloztir dibe.

Tenê di sala borî de, navbera Tirkîyê û cîranên de gelek girjeyên cîdî derket holê.

Hevdem, Tirkîyê li Sûrîyê 2 operasyonên leşkerî pêk anî, artêşa xwe li îraqê bicîh kir, tevlî şerê navxweyî ya Lîbya bû, keştiyên şer şand Derya Sipî ku bi Qibris û Yunanîstanê re sedema alozîyeke pir metirsîdar ku hîn jî didome.

Herî dawî di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycan ya ser serwerîya herema Nagorno- Xarabaxê de, piştgirîya fermî ya Azerîyan dike û an niha Fransa.

Gelek caran Amerîka, Ewrupa û Rûsya jiber kiryarên Tirkîyê yên cuda nerazî bûn û rexneyên xwe dîyar kirin.

Dengê Amerîka bi Dr. Serdar Saadî, lekolînerê Zanîngeha Wahiningen ya Hollanda û herwiha Berpirsê Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava re, di derbarê mijarê de hevpeyvîneke darxist.

Dr. Serdar Saadi
Dr. Serdar Saadi

Dr. Serdar Saadî di hevpeyvînê de radigîhîne ku Tirkîyê di salên dawî de sîyaseteke derve ya şerker û werankar dimeşîne.

Em dibînin ku Tirkîyê li Îraqê, li Sûrîyê û li hindirê Tirkîyê hemberî Kurdan dest bi şêrek tund kir, pêşîya vê nehat girtin. Niha ev şer belavê Lîbya, Rojhilata Derya Sipî û niha jî nava Azerbaycan û Ermenîstan bûyê. Tirkîyê li van hemî hereman rolekî werankar, mîlîtarîst, xirab ya sereke dileyze, “ Saadî got.

Herwiha Dr. Saadî armanca sîyaseta derve ya serokê Tirkîyê Erdogan wiha şîrove kir.

Xeyaleke Erdogan ya avakirina dewleteke nû ya Osmanî heye. Di qadên sîyasî, aborî, jeoplîtîk û Îslamî de gelek armancên yên din jî hene. Lê, ya sereke ev e ku, dixwaze di Rojhilata Navîn de wek dewlete piçûk ya emparyalîst cîhê xwe bigire.”

Dr. Serdar Saadî balkişand ku Tirkîyê jibo giheştina armancên xwe, xwedîyê bawerîyeke gelek zêde ya hêza xwe ya leşkerî û cîhê xwe ya jeopolîtîkî ye. Hevdem Tirkîyê ev avantajên xwe hemberî NATO, Yekîtîya Ewrupa û welatên cîran wek gef û tehdîtan bikar tîne.

Di encama sîyasetê de, Tirkîyê hem bi welatên hevrîk re hem bi hevalbendên re, dike nav nakokiyên xeter û pevçûnên metirsîdar.

Hun dikarin tevahîya hevpeyvîna bi Dr. Serdar Saadî re li ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Hevpeyvîna bi Dr. Serdar Saadî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:36 0:00
Direct link

































XS
SM
MD
LG