Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Destûr Dide Serdana Parlementerên Almanî


Wezareta Derve ya Almanya radigihîne ku Tirkîyê qayil bûye ku bihêle qanûndanêrên Almanî, wek beşekê şandeya NATO, di meha Îlonê de serdana leşkerên li bingeheke Tirkîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel, di nameyekê de ji komîteya berevanî ya parlemanê re nivîsî ku Tirkîyê destûr daye şandeya NATO ku di 8’ê Îlonê de serdana bingeha leşkerî ya li bajarê Konya bike.

Li gor wê planê, Cîgira Sekreterê Giştî ya NATO Rose Gottemoeller dê rêbertîya şandê bike û heta 7 parlementerên Almanî dikarin bi wê re herin Tirkîyê.

Enqerê jimareke caran red kiribû ku şandeyeke parlemana Almanî serdana leşkerên wî welatî yên li Tirkîyê bike.

Ew biryara Enqerê bûbû sedema alozîya navbera her du dewletan û herwiha

XS
SM
MD
LG