Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye bi Biryareke Nû Hezaran Karmendên Nû ji Kar Diqewitîne


Ajansa Reuters radigihîne ku hikûmeta Tirkîyê îro Înê bi biryareke nû, çend hezaran karmendên dewletê ji kar derxistin.

Bi biryarnameya nû ya bi desthilata qanûnê, ku di bin çarçoveya rewşa awarte de tê derxistin, bi hezaran polîs, karmendên wezaretên curbicur û akademîsyên ji kar hatin qewitandin.

Ji hewila darbeya leşkerî ya sala borî, pirtir ji 150,000 karmendên dewletê heta niha yan ji karên xwe hatine dûrxistin yan jî bi yekcarî hatine qewitandin û 50,000 kesên ji artêş, polîs û ji sektorên din hatine girtin.

Hêjayî balkişandinê ye ku biryara îro, rojeke berî salvegera yekê ya hewila dabeya leşkerî tê ku sibe Şemîyê li seranser Tirkîyê gelek bernameyên bîranînê têne darxistin.

XS
SM
MD
LG