Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Tirkîyê Gavên Pêdivî yên bo Parastina Tixubê Xwe Bavêje


Ajansa Reuters radigihîne, Tirkîye amadekarî dike ku ewlehîya seranser tixubê xwe xurtir bike, piştî bûyerên li bajarê Kobanê ya Rojava.

Reuters ji zarê Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu radigihîne ku Tirkîyê jiber qewimandinên li hêla Sûrîyê ya sînor nerazî ye û loma jî tedbîrên xwe xurt dike.

Enqere di xemê de ye ku bi pêşveçûna leşkerî ya YPG, Kurdên Sûrîyê wê dewleteke otonom biafrînin û ew jî daxwaza azadî ya bi mîlyonên Kurdên Tirkîyê pirtir bike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dawîya heftê de gotibû ku ewê tucar nehêlin ku di sînorê wan ya başûr de dewleteke Kurdî ava be.

Rojnameya Sabah ya nêzîkî hikûmetê îdia dike ku avakirina heremeke tampon ya 110 km jî di nav bijarêyên hikûmetê de ye.

Hêjayî bîrxistinê ye di civîna Konseya Ewlekarî ya Netewî (MGK) de ew mijar were rojevê û biryar li ser helwesta hikûmetê bê destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG