Ev bûye sê roj li dû hev ku nirxê lîreya Tirkî dadikeve, û îro Çarşemê jî %5 bêtir ji nirxê wê daket.
Ev daketin li ser hesabê destkeftên hefteya borî bû ku tê de lîreyê hinek ji nirxê xwe vegerandibû.
Banka Navendî ya Tirkîyê dibêje ku ewê çavdêrîya rîskên girêdayî bazara veguhestinê ya bîyanî bike û tiştê pêwîst pêk bîne da ku bazar bi xweşkayî bimeşe.
Nirxê Lîreya Tirkî di dema dawî de giheştibû dora 12.45 hember dolarê Amerîkî. Tevî ku hefteya borî rewşa wê hinekî baş bû, lê dîsa jî lîreyê îsal %40 ji nirxê xwe winda kiriye.
Daketina nirxê lîreyê û derketina înfalsyoneke bilind bûne sedema têkçûna aborîya Tirkîyê û xirabûna rewşa hemwelatîyan.
Jêder: Reuters