Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Orşelîmê Êrîşkarekî Hemwelatîyê Tirkîyê Hate Kuştin


Cenazeyê kesê ku êrîşê polîsê kiriye û piştre ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatiye kuştin,ku li gor polîsê Îsraîlê welatîyê Tirkîyê ye, Orşelîm, 30 Nîsan,2024
Cenazeyê kesê ku êrîşê polîsê kiriye û piştre ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatiye kuştin,ku li gor polîsê Îsraîlê welatîyê Tirkîyê ye, Orşelîm, 30 Nîsan,2024

Îsraîlê ragihand ku welatîyekî Tirkîyê îro Sêşemê li Orşelîmê ji alîyê hêzên Îsraîlî ve hatiye kuştin, piştî ku wî bi kêrê êrîşî polîsên sînorî kiriye.

"Terorîstekî bi kêrê li Bajarê Kevn yê Orşelîmê, li ser kolana Herodes Gate Ascent (Deriyê Gulê), bi kêrê êrîşê polîsê sînorî kir," polîsê Îsraîlê bi daxuyanîyek got.

Polîsê Îsraîlê eşkere kir ku di êrîşê de polîsêk birîndar bûyê û ew li nexweşxanê tê derman kirin ku û rewşa wî ne giran e.


Dezgeha xwînê ya Îsraîlê jî got ku di bûyerê de jinek 18 salî û polîsek 30 salî birîndar bûne.

Li gor ragihandina polîsên Îsraîlê, êrîşkar ji alîyê polîsek din yê li qada bûyerê ve hatiye kuştin.

Polîsên Îsraîlê, nasnameya êrîşkar wek Hasan Saklanan , welatîyê Tirkîyê yê 34 salî dîyar kir.

Li gor medya Îsraîlê, Saklanan do Duşemê wek turîst ji Urdunê hatiye Orşelîmê û ew ji bajarê Ruhayê bû û wî li Mizgefta Taxa Kepezê meletî dikir.

Hejayê gotinê ye ku karbidestên Tirkîyê di derbarê bûyerê de heya niha, ti daxuyanîyeke fermî nedaye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG