Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Pirsa Ewlekarîya Sînor Bo Hemwelatîyên Amerîkî Axivî


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Sêşemê di gotarek televîzyonî de bo hemwelatîyên Amerîkî daxwaza pere kir bo avakirina dîwarî li ser sînorê başûrê welatî, di demekê de ku li ber razînebûna demokratan bi daxwaza wî hin beşên hikûmeta federalî çendîn rojin girtî ne.

Trump ji demokratan daxwaz kir ku vegerin Koşka Spî û bi wî re bicivin, û got karek dûrî moralê ye ku sîyasetvan ti karî nakin.

Hin beşên gotara Trump bi vî awayî ne:

Hemwelatîyên min yên Amerîkî,

Îşev, ez bi we re diaxivim jiber ku kêşeyên mirovî û ewlekarî li ser sînorê me yê başûr hene. Hemî rojan karmendên me yên gomrikê û nobedarîya sînor bi hezaran koçberên neqanûnî re ku dixwazin bikevin hundirî welatê me, rûbirû dibin.

Me ti cih nemaye wan vehewînin û ti rêyên me tune ku wan paşde vegerînin welatên wan. Amerîka bi serbilindî pêşwazî dike ji milyonan koçberên qanûnî ku civaka me dewlemend dikin û xizmeta nîştimana me dikin . Lê hemî Amerîkîyan zarar ji koçberên neqanûnî yên bêkontrol dîtine …

Di nav du salên borî de, efserên ICE 266,000 bîyanî li ber tawankarîyê girtine, di nav de 100,000 tawanbar yan mehkûmên dozên êrîşkirinê, 30,000 tawankarîyên sêksî, û 4,000 kuştinên bi tundûtîjîyê…

Di meha borî de, 20,000 zarokên koçber hatine anîn bo nav Amerîka, ku bilinbûnek dramatîk e. Ev zarok wek rehîn ji layê gorgên hov û gengên dilreq ve hatine bikar anîn. Êk ji her sê jinên rêkek dûr tên û bi Mexico re derbaz dibin, tûşî destdirêjîya sêkî dibin. Jin û zarok qorbanîyên herî mezin yên sîstemê me yê şikestî ne…

Hin kesan dayne zanîn ku dîwar tiştek dûrî moral û rewştê ye. Wê demê çima sîystevanên dewlemend dîwar û percînan li dora malên xwe dikişînin? Ew wî karî nakin li ber nifretê ji xelkê derve, ew wî karî dikin li ber hezkirina ji xelkê hundir…

… demê ez hatim ser kar, min sond xwar ku welatê me biparêzim. Û ev kareke ku ez dê her dem bikim, ber wê yekê xwedê alîkarê min be. Spas û şev baş.

XS
SM
MD
LG