Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Hesabê Raul Castro û Dehan Hesabên Fermî Cemidandin


Medya dewleta Kubayê ragihand ku hesabên Twitterê yên rêberê Partîya Komunîst ya Kuba Raul Castro hate blok kirin.

Medya fermî dîyar kir ku heriwha hesabên qîza Raul , Mariela Castro û dezgehên ragihandina dewleta Kubayê hatine blok kirin.

Medya dewletê ragihand ku Twitter sedema astengkirina hesaban zelal nekiriye û berê jî ti agahî yan hişyarî li ser biryarê nedaye.

Sendîkaya Rojnamevanên Kuba ew biryar şermezar kir û wek mînakeke mezin ya sansurê bi nav kir.

Ajansa Reuters ragihand ku Twitter bersîva pirsa wê nedaye ku çima ew biryar hatiye dayîn.

Medya fermî ya Kubayê herwiha da zanîn ku hesabê fermî ya Wezareta Ragihandinê û bi dehan hesabên din jî ji alîyê Twitterê hatin girtin.

XS
SM
MD
LG