Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê jiber Wêneyên Êrîşa Sirucê Qedexe Tîne Ser Twitter


Dadgeheke Tirkîyê îro Çarşemê, Twitter jî nav de, biryara qedexekirina wêne û dîmenên êrîşa kujêr ya Sirucê da.

Karbidestekî Tirk ji AFP re got ku biryara qedexekirinê tenê bi êrîşa Pirsûsê ve girêdayî ye.

Wî karbidestî got ku bi fermi ti biryara qedexeya ser Twitter, ku gelek foto li wê derê hatibû weşandin, nehatiye danan, lê karînerên Twitterê gazincan dikin ku ew nikarin hesabên xwe kar bînin.

Heman karbidest bi berdewamî got, jiber ku Twitter nikare hemî fotoyên heyî rake, dibe ku weşana Twitter jî hatibe asteng kirin.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Îslamî ya Tirkîyê gelek caran jiber helwesta xwe ya tund ya hember rastî rexneyên tûnd tê.

XS
SM
MD
LG