Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter, Facebook û YouTube Hesabên Trump Asteng Dikin


Twitterê, hesabê Serok Donald Trump, @realDonaldTrump, jiber ranekirina sê peyamên ser bûyerên tundûtûjîyê yên li Washington ya paytext b0 12 saetan asteng kir.

Ew li ser medya civakî astengkirina herî tund e bo Trump ku ew bi awayekî aktîf ji wir peyaman belav dike.

Xêncî Twitterê, Youtube û Facebookê jî dîyar kirin ku jiber ku Trump bi vîdeoya xwe ya dawî rêzikên wan binpê kirine, wan ew rakiriye.

Di vîdeoya xwe ya dawî de Trump îdia dikir ku di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de sextekarî çêbûne.

Facebookê ser îdiayên Trump berî hişyarî li bin vîdeo danî ku hilbijartinên Amerîka li gor qanûnan çêdibin, lê dûre vîdeo bi temamî rakir.

Twitterê ragihand ku wan ji Trump xwestiye ku sê peyamên xwe jê bibe û dîyar kir ku hesabê wî dê bo 12 saetan girtî bimîne.

Li gor daxuyanîya Twitterê, ger Trump wan peyaman jê nebe û li gor rêzikên yekîtîya civakî tevnegere ewê hesabê wî venekin û bi awayekî mayînde bigirin.

XS
SM
MD
LG