Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Dê Hesabê Trump yê Hatibû Girtin Jinûve Veneke


Platforma medya civakî Twitterê ragihand ku ewê ji biryara ser girtina hesabê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump venegere.

Berpirsê Aborîya Twitterê Neg Segal ji kanala CNBC re dîyar kir ku li gor prensîbên wan divê ti kes tundûtûjîyê teşwîq neke û ew kesên wisa dikin ji platformê dûr dixin.

Segal da zanîn ku kesê li gor rêzikên wan kî be ferq nake ewê ji platformê were dûr xistin.

Twitterê hesabê Trump piştî êrîşên li Kongresê bi awayekî demkî bo 12 saetan cemidandibû.

Wê platformê piştî du twîtên din yên Trump di 9’ê Rêbendanê de dabû zanîn ku ew tundûtûjîyê gur dikin û ew hesab bi awayekî mayînde girtibûn.

Trump ser biryara Twitterê bertek nîşan dabû û dîyar kiribû ku ‘’Demokrat û çepgirên tundrê’’ bo rê li ber wî û alîgirên wî bigirin hevkarî kirine.

XS
SM
MD
LG