Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Kuştina Du Leşkerên Amerîkî di Êrîşên Îranê de li Urdunê Ragihand

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê ragihand ku du leşkerên Amerîkî li Urdunê hatin kuştin.

CENTCOM di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê got: "Di 17'ê Tîrmehê de, du leşker li Urdunê di dema kar de hatin kuştin gava ku wan ligel hêzên hevpar berevanî li dijî êrîşên dron û mûşekên balîstîkî yên Îranê dikir."

Artêşa Amerîkayê herwiha got ku ji bilî heru leşkerên ku hatine kuştin, leşkerekî din niha windayî ye û çar jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyên Urdunê hatin dermankirin û derxistin.

CENTCOM got ku ew nasnameya leşkerên kuştî eşkere nake heta 24 demjimêran piştî ku malbatên wan werin agahdarkirin.

Ev nûçe di demekê de tê ku şer û pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de di heft rojên borî de berdewam kirine.

CENTCOM Înê bi şev ragihand ku hêzên Amerîkî pêla heftemîn ya êrîşên dijî armancên Îranê bidawî kiriye. Îran jî li Urdun û welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê jî êrîşên dron û mûşekan berdewam dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG