Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) cemidandina bi "milyar dolaran" ji saman û milkên rejîma Îranê li ber çavan digire, wekî bersivek hember êrîşên Îranê yên li ser welêt.
Li gor çavkanîyên agahdar, Îmarat karbidestên rejîma Îranê agahdar kirine, lê ne diyar e ka ew çawa û kengî dixwaze milk û samanên desteser bike.
Hikûmeta Îmaratê dibêje ku rejîma Îranê bêtirî 1000 êrîşên bi mûşek û dronan li ser axa wê pêk anîye.
Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de, Îranê êrîşên dron û mûşekî li ser piranîya welatên herêmê pêk anîne.
Wezîrên derve yên Civata Hevkarîya Kendavê vê dawîyê daxuyanîyeke hevbeş weşand û got ku ewê hemî tedbîrên pêwîst bigirin da ku ewlekarî û aramîya xwe, û ax welatî û niştecihên xwe biparêzin.
Li gor Odeya Bazirganiyê ya Tehranê, Îmarat piştî Çînê duyemîn hevpara bazirganî ya herî mezin ligel Îranê ye. Bazirganîya ne petrolî di navbera herdu welatan de sala 2025'an gihîşt nêzîkî 30 milyar dolarî. Îmarat herwiha bikireke serekî ya berhemên petrolê yên Îranê ye, di nav de jî sotemenî.
Wall Street Journal ragihand ku Amerîka di salên dawî de bi dehan kompanîyên nefermî yên ku li Îmaratê hatine tomar kirin, ji ber binpêkirina cezayên li dijî Îranê xistine lîsteya reş.