Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Êrîşa Îranê ya Ser Keştîyeke Ebû Debî Şermezar Dike

Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) roja Şemîyê Îran bi êrîşa li ser keştîya kompanîya Petrolê ya Niştimanî ya Ebû Dabî li Tengava Hormuzê tawanbar kir û bang li Tehranê kir ku êrîşan rawestîne û tengavê bi tevahî veke.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îmaratê got ku roja Înê dema ku di Tengava Hormuzê re derbas dibû, êrîş li ser keştîyê hat kirin. Kompanîya Petrolê ya Ebû Dabî got ku kes birîndar nebûye û rewş di bin kontrolê de ye.

Wezareta Derve ya Îmaratê bang li Tehranê kir ku tiştê ku ew wekî "êrîşên bêsedem" bi nav dike rawestîne, dijminatîyê biqedîne û Tengava Hormuzê bi tevahî ji bo trafîka deryayî veke.

Li gorî ajansa Reutersê, ev sêyemîn bûyera bi vî rengî ye di nav kêmtirî hefteyekê de li ser keştîyên şîrketa petrolê ya Ebû Dabî.

Îmarat di bûyerên berê de Îranê bi êrîşan tawanbar kiriye.

Enwer Qerqaş, şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Îmaratê, got ku Ebû Dabî dê serwerî û berjewendiyên xwe li hember êrîşên dubare biparêze.

Qerqaş got ku Îmarat dê mafê azadîya keştîvanîyê biparêze, di heman demê de diyalogê bidomîne û bijarên dîplomatîk pêş bixe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG