Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîyên Îran û Îmarat Piştî Kombûna BRICS Gûrtir Dibin

Piştî ku wezîrê derve yê Îranê, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) bi beşdarîya rasterast di êrîşên dijî Îranê de tawanbar kir, wezareta derve ya Îmaratê bi tundî bersiv da û got ku rejîma Îranê hewl dide bi van tawanbarîyan kiryarên xwe yên "terorîst" rewa bike.

Wezîrên derve yên endamên BRICS di 14-15'ê Gulanê de li paytexta Hindistanê New Delhî civîyan. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Îmarat bi beşdarbûna rasterast di êrîşên li ser Îranê de tawanbar kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê roja Înê di daxuyanîyekê de bersiv da û got: "Ev hewlên rewakirina êrîşên terorîstî yên Îranê ne."

"Tevî çareserîyên pêşniyarkirî û şermezarkirina navneteweyî, Îranê êrîşên xwe yên terorîstî li dijî Îmaratê berdewam kirine," daxuyanîyê got.

Wezareta Derve ya Îmaratê herwiha got ku mafê welatê wê heye ku li ser bingeha qanûnên navneteweyî bersivê bide.

"Îran berpirsîya tevahî ya hemû van êrîşên terorîstî li ser xwe digire."

Ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ve, Îmarat yek ji wan welatan e ku Îranê herî zêde êrîşî wê kiriye. Heta piştî agirbestê jî, rejîma Îranê êrîşên xwe yên li ser Îmaratê berdewam kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG