Rawêjkarê serokê Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Pêncşemê di daxuyanîyekê de got ku piştî êrîşên wê, Îran hewil dide ku serwerîya Îmarat têk bibe.
Enwer Qirqaş li ser platforma X’ê got, “Bi dehsalan e em bi zorbazîya Îranê re hatine, heta wê astê ku ew bûye beşekî yekgirtî yê dîmena siyasî ya Kendava Erebî. Bawerî di nav gotara êrîşkar û daxuyanîyên vala yên dostanîyê de winda bûye.”
“Îro, piştî dijminahîya hovane ya Îranê, rejîm hewl dide ku rastîyeke nû ya ku ji têkçûneke leşkerî ya eşkere çêbûye biçespîne. Lêbelê, hewldanên wê yên ji bo kontrolkirina Tengava Hormuzê an jî binpêkirina serwerîya deryayî ya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî ji bilî xeyalên vala ne tiştek din in,” Qerqaş got.
Dîplomatê Îmaratî her wiha anî ziman ku “Her kesê ku bi cîranên xwe yên Ereb re hevjîyanê dixwaze, divê tê bigihe ku bawerî winda bûye. Vegerandina wê ne bi dirûşmeyan, lê bi rêya axaftinên berpirsiyar, rêzgirtina serwerîyê û pêgirîiya rastîn bi prensîbên cîrantîya baş pêk tê.”