Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Sêşemê ragihand ku ew ji rêxistina OPEC'ê derdikeve.
Ev biryar, ku ji 1'ê Gulanê ve karîger dibe, di demekê de tê ku şerê li Îranê bûye sedema krîzeke mezin a enerjîyê û nakokîyên di navbera welatên Kendavê de zêde kirine.
OPEC rêxistineke navnetewî ye ku endamên wê ew welatên dewlemend in ku petrolê difiroşin. Karê serekî yê wê komê ew e ku li ser buhayê petrolê biryarê bide da ku li hemû cîhanê nirxê wê neyê guhertin.
Vekişandina Îmaratê, ku endameke kevin a OPEC’ê bû, dikare vê komê lawaz bike û yekîtîya wan têk bibe.
Wezîrê Enerjîyê yê Îmaratê Suheyl Mihemed el-Mezrû'î got ku wan ev biryar bi serê xwe standîye û bi ti welatên din re, wek Erebistana Siûdî, şêwir nekirine.
Wî diyar kir ku ew li ser planên xwe yên petrolê baş fikirîne û ev biryar di berjewendîya welatê wan a niha û siberojê de ye.
Welatên OPEC’ê yên li Kendavê niha nikarin petrola xwe bi hêsanî bifiroşin. Sedema vê jî êrîşên Îranê yên li ser keştîyên di Tengava Hormuzê re derbas dibin. Ew rêka deryayî ji bo bazara cîhanê pir girîng e, ji ber ku pênceke (1/5) petrola hemû cîhanê di wir re derbas dibe.